Hucreyên tecrîtê yên ji bo zarokan.

Hucreyên îtirafkariyê yên dewletî

Hucreyên tecrîtê yên li malên ciwanan yên dewletî bi zexta ku zarok û ciwan ”îtirafan” bikin têne bikaranîn. Vê yekê lêkolîneke navenda nûçeyan ya radyoya Swêdê EKOT nîşan dide. Lê li gorî qaîdeyan, bi vî awayî bikaranîna hucreyên tecrîtê qedexe ye.

Martin Oskarsson li malekê ciwanan weke mamoste kar kiriye û bi xwe bûye şahidê da çawa ciwanekî li hucreyek tecrîtê hatiye zindankirin ta ku îddiaya tahdakirina hevalekî xwe îtirafkiriye. Martin Oskarsson behsa wê bûyerê dike:

- Ew ciwan bi awayek sakîn bi derpêyê xwe tenê hat û li pêş personel rawestiya û ji wan yekî got ”tamam, niha ew amadeye îtiraf bike da çi kiriye”. Ev xort li pêş 10-12 personelên salmezin, bê kinc hat rencîdekirin. Dilê min geriya û min biryar da ku careke din gava xwe navêjim nav wê malê, dibêje Oskarsson.

Li gorî qaydeyan hucreyên tecrîtê yên li malên ciwanan tenê heger ciwanekî bi şîddetek zêdê an jî serxoşiyeke zêde hereket bike dikarin werin bikaranîn. Lê li gorî dokumentên ku navenda nûçeyan Ekot bidestxistine sala çûyî ciwan zêdeyê sed car hatine tecrîtkirin, tevî ku ew sakîn bûne. Di dokumentekê de personel 22 car nivîsandiye ku xortekî 13 salî ji ber ku ne-axaftiye ji tecrîtê nehatiye berdan. Tecrîta wî 19 saat berdewam kiriye. Stina ya 16 salî ku navê wê yê rastî tiştek din e û piştî çend salan hêj nû ji malekî ciwanan derketiye derve.

- Heger mirov di tecrîtê de ye û qebûl nake ku mirov şaşîtiyek kiriye wê demê mirov nikaribû bê derve. Divê mirov bigota ”belê, ez fahm dikim ku min tiştek şaş kiriye”. Tu car destûr tune bû ku mirov fikra xwe bibêje. Şûna wê de mirov dikarîbû ser zêde bike û bibêje mirov tiştek ehmeqane kiriye, dibêje Stîna.

Piştî aşkerakirineke navenda nûçeyan ekotê Rêvebiriya Saziyan ya Dewletê SIS lêkolînek kir û raporek amade kir. Lê di vê rapora xwe ya li ser hucreyên tecrîtê de SIS cîh neda wan dokument û belgeyên ku Ekotê li ser lêkolîn kiriye.

- Me tenê li ser wan biryarên resmî lêkolîna kiriye, dibêje Anette Schierbeck berpirsa lêkolîna SIS.

DANIEL VELASCO & BO-GÖRAN BODIN / EKOT

(Werger: Zana Schîroyî)

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista