Obama hat, axivî, lê tişteke nû negot. Wêne: SVT
Konferansa klîmatê ya Kopenhagenê

Peymana klîmatê, gelo...?

Balafira serokê Emerîkayê, Barack Obama, îro li Kopenhagenê danî û çavên tevahiya dunyayê li ser wî bû da ewê karibe bi peymanekê Konferansa Klîmatê ya li Kopenhagenê ji şermê xelas bike. Ji hefteya derbasbûyî ve welatên cîhanê dikin nakin nikarin li hev bikin da dinyayê ji karesatên klîmatê çawa rizgar bikin. Lê yên hêviya xwe bi Obama girêdan dibe ku zêde xweşbîn bûne.

- Dema axaftinê bi dawî bûye, êdî wexta me tune ye ku em bi axaftinê wenda bikin. Pêwîst e hemû welatên cîhanê ji bo armanca hevbeş para xwe ya berpirsiyariyê hilde ser milên xwe, dibêje serokê Emerïkayê Barack Obama.

Belê, hêviyê mezin ji Obama hebû îro, lê di axaftina wî de tişteke nû tunebû. Wî dûbare kir ku dê Emerîka gemarîkirina bi gazên serayê heta sala 2020 bi sedî 17 kêm bike. Di şûna ku Emerîka gemariya xwe kêm bike soz dide ku her sal 100 milyar dolar pare bide welatên kêm-pêşkeftî û xizan ku ew gemariyên xwe kêm bikin û ev li ser hesabê Emerîka were nivîsandin.

Lê welatên xizan dibêjin Emerîka dixwaze bi pare ji berpirsiyariya xwe xelas bibe.

Îro divê hemû welatên cîhanê li hev bikin ku karibin peymanek nû ya ji bo parastina klîmatê çê bikin û vê mor bikin. Hedef ew e ku gazên serayê yên wekî karbondîoksîd ewqas kêm bikin ku germahiya global zêdeyî 2 derece nebe. Heger bibe dê gelek welat bin avê de bimînin û encam dê bibe karesateke mezin ku li ser jiyana sed milyonan însanan bandor bike.  

Ji hefteya çûyî ve nûnerên dewletên cîhanê û saziyên navnetewî li peytexta Danîmarka Kopenhagenê li ser peymaneke nû muzakereyan dikin. Yek ji hedefan ew e ku heta 2020 gemarkirinên gazên serayê bi sedî 30 were kêmkirin. Lê welatên rojavayî û Emerîka her weha dixwazin welatên nû yên endustriyê yên wekî Çîn, Hîndîstan û Brezîlya jî gemarkirina xwe kêm bikin. Lê hem ev welat û hem jî welatën din ên xizan balê dikşînin ku welatên dewlemend bi hevre berpirsê sedî 80yî gemarkirinê ne û divê para mezin ya berpirsiyariyê ew hildin ser milên xwe.

Kêmkirina gemariyan an jî gazên serayê yên wekî karbondioksîd bi xwe re kufleteke mezin ya aborî tîne, weke mînak divê kêmtir petrol, komir û gaz bikar bïnin û di şûna wê de enerjiya nûjen pêş bixin. Lê ev dikare zerarek aborî bide welatên dewlemend di reqabeta bazirganiyê de ya li hemberî welatên zû pêşdikevin wekî Çîn û Hîndîstanê.

Lê her weha ji welatên kêmpêşketî yên wekî Çîn û Hîndîstanê jî hêviyên mezin hene. Ev welat jî ji hêla endustrî ve bi lez pêş dikevin û heger ew jî li gorî para xwe gazên serayê kêm nekin dê encamek baş ji bo klîmata cîhanê çênebe.

Heta me ev nûçe ji weşanê re amade kir, li Kopenhagenê li ser peymanek li hevkirinek çênebûbû. Heger ev peyman îro çêbibe dê ev mûcîzeyek be, dibêje serok-dewletê Brezîlyayê Lula Da Silva.

ZANA SCHÎROYÎ

zana.schiroyi@sr.se

 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista