Kêştî-nexweşxana USNS Comfort/Scanpix

100 milyon kron ji bo Haîtî

Heta niha rêxistinên alîkariyê yên Swêdî 107 milyon kron pare ji bo Haîtî berhev kirine. Konseya berhevkirina alîkariyê ya rêxistinên dilxwaz FRII dibêje wan ev pare di nav 12 rojana de berhev kirine. Alîkariya navnetewî bi awayên din jî berdewam in. Gelek kesên birîndar li kêştî-nexweşxaneyên (ya li wêne) li deryayê têne dermankirin.

Li hêla din gelek kesên Haîtî hewl didin ji welatê xwe bar bikin welatekî din. Bi hezaran kesên li Port au Prince li pêş balyozxaneya Emerîkî civîyane dixwazin destûra çûndina wî welatê wergirin.

Haîtî, dido hefte berê bû mexdûra karesateke erdhejê ku têde zêdeyî 150 hezar kes jiyana xwe wenda kirin. Hem dewlet û hem jî rêxistinên navnetewî ji bo alîkarî bidin mexdûran seferber bûne.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".