Trênên xerabûyî rêyên hesinî asteng kirin. Wêne: Conny Sillén/Scanpix

Berf û serma Swêdê felc kir

Berfa zêde û hewaya xerab sîstema çûnûhatinê ya Swêdê felc kir. Di trafîka kollektîf de rêyên hesinî yên nav bajaran hatin girtin û bi hezaran însan li îstasyonan man. Serê vê sibê, metro û trênên banliyo yên Stockholmê jî gelek bi derengî tevgeriyan û bi hezaran însanên ku dê biçana ser karên xwe li peronan man. SL bang li rêwiyan kir, heger ne pêwîst be ji malên xwe dernekevin. Li gorî agahiyên li ser malperên rêyên hesivîn SJ û metroyê SL dê problem û astengiyên trafîkê îro jî bi dijwarî berdewam bin.

Bi ya Daîreya Metrolojiyê ya Navendî, SMHI, ev hewayê herî xerab yê 15 salên dawî ye. Serê vê sibê serma li seranserê Swêdê xedar bû. Li Stockholmê -20 derece serma bû û dawiya hefteyê nîv metre berf bariya. Ji ber berfa zêde, li çend cihên cûda yên Swêdê binbaniyên salonên spor û îdmanên rûxiyan. Ji ber vê yekê çend şaredarî biryar dan ku hol û salonên spor û yên îdmanê yên li dibistanan bigirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".