Ordî dê alîkariya paqijkarên rêyên hesinî bike. Wêne:Scanpix
SJ:

Ordiya Swêdê ji bo vekirina rêyên hesinî seferber dibe

Daîreya Rêyên Hesinî (Banverket) li bajarên Hallsberg, Nässjö û Norrköpingê ji bo paqijkirina xetên trênan ji ordiya swêd daxwaza alîkariyê kir. Ev cara yekem e alîkarî ji ordiyê tê xwestin, got wezîrê parastinê Sten Tolgfors. Alîkariya ji ordiyê dê derfet bide daîreya rêyên hesinî ku bi hezar û çarsed karkerên xwe re hewlek mezin bidin ji bo vegirina xetan ji bo çûn û hata trênan.

Li hêla din piraniya rêwiyên rêyên hesinî îro jî bi problemên mezin re rûbirû man. Hîna jî gelek xetên trênan di bin berfê de ne û gelek xetên din jî ji çûn û hatinê re girtî ne. Lê tevî vê yekê jî SJ garantiya rêwîtiyê betal kir û sûcê kaosa ku çêbûye kir stûyê hikûmetê. Jan Forsberg mudirê gîştî yê SJ ye:

- Ev demeke dirêje em ji hikûmetê re destnîşan dikin ku xetên rêyên hesinî gelek dagirtî ne û divê xetên nû werin vekirin. Her weha Swêd li Ewropayê yek ji welatên herî qels e, di warê paqijkirin û tamîrkirina xetên trênan de, dibêje Forsberg.

Belê kaosa di rêyên hesinî de îro jî berdewam bû.

Xetên trênê yên navbera bajarên Norrköping û Nyköping, Arboga û Eskilstuna, Sala û Uppsala îro hatin girtin. Di şûna wan de otobus van xetan de çûn û hatin. Her weha seferên trênên Stockholm-Göteborg jî daket dido saatan carekê. Û trafîka bi trênên X2000 yên navbera Stockholm û Östergötland û Skåneyê jî gelek kêm bû îro.

Charlotta Karlsdotter serê vê sibê bêçare li bajarê Skövde li benda trêna xwe bû:

- Ezê biçûma Stockholmê ji bo tevlî civînek bibim. Lê ez niha gelek dereng ketime û divê ez êvarê vegerim mala xwe. Lê ne diyar e da ezê karibim an na, dibêje Karlsdotter.

Li Stockholmê jî di trafîka kollektîf de astengî îro jî berdewam bûnn. Xetên ser erdê yên Tunnelbanayê girtî bûn, ji bilî xeta şîn. Trenên banliyo(pendeltåg) jî saatê carekê sefer kirin.

Garantiya rêwîtiyê ya betal paşve hat

Li hêla din şîrketa rêyên hesinî SJ garantiya rêwîtiyê (resegaranti) ku ji ber rewşa xerab ya hewayê betalkiribû, paşve anî. Îro saat 17’an û pêve her rêwiyek ku saatekî dereng bimîne xwedî maf e ku qismek ji pareyê bilêta xwe paşve bistîne.

Li ser betalkirina garantiya rêwîtiyê Ombudsmanê mesrefkaran (Konsumentombudsmannen) rexneyek giran li SJ girtibû û gotibû ev biryar dijî biryarnameya Yekîtiya Ewropayê ye. Ombudsmanê mesrefkaran bang li hemû kesên mexdûr kiribû ku guh nedin biryara betalkirina SJ û dawa mafê xwe yê garantiyê bikin.

- Ew nirxandina xwe li gorî rewşa rojê dikin û îro gelek xet hatine vekirin, ji ber vê jî di cîh de ye ku mirov garantiya rêwîtiyê paşve bîne, dibêje Ulf Wallin, cîgirê şefê çapemeniyê li SJ.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista