Partiya navendê (C):

Milyarek ji bo dibistanên serkeftî

Partiya navendê, Centerpartiet, dixwaze milyarek kron ji butça Swêdê veqetîne ji bo wan dibistanan ku encamên şagirtên xwe baş û bilindtir dikin. Ew dibistanên ku di test û îmtîhanên netewî de notên şagirtên xwe bilind bikin dê karibin ji vê milyara dewletê pare wergirin, ji bo zêdekirina maaşê mamosteyan, peydakirina mamosteyên pispor û sinifên biçûktir. Yek ji nirxên vê pêşniyaza ku seroka partiyê Maud Olofsson di rûpela nîqaşê ya Dagens Nyheter de dide nasîn ew e ku divê mamosteyên jêhatî werin mukafatkirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".