Îsal 444 000 kes pare ji CSN digirin

Li gorî Komîsyona Navendî ya Piştgirîya Xwendinê CSN, sala çûyî 444 000 kes li Swêdê alîkariya xwendinê wergirtin -  ev reqem zêdebûnek rekord e. Sedemê vê konjuktura nizim ya aborî û problemên di bazara kar de ye. Her weha jimara kesên li zaningeh û dibistanên bilind dixwînin jî sala çûyî bi 20 hezar kesî zêde bû.

Sala çûyî CSN 21 milyar kron deyn da xwendekaran. Îro 1.4 milyon kes li Swêdê 183 milyar kron deyndarê CSNê ne.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".