Midûrê Spyker Victor Muller li civîna çapemeniyê. Wêne: Tomas Oneborg/Scanpix.

Firotina Saab û pirsên bêbersiv

Tevî kirîna Spyker ya Saab duh kesîn bû hîna jî ne diyar e da dê şîrketa otomobîlên spor ya hollandî xebata xwe çawa fînanse bike û wendakirinan wergerîne ser qezencê. Mudirê gîştî yê Spyker, Victor Muller, hîna jî naxwaze diyar bike da fînanskerên li dû wî kî ne. Ji ber vê zehmet e mirov zanibe da sermayerazandina li dû kirîna Saab çiqas demdirêj e.

Bi ya firoşerên otomobilên Saab gelek kes ji bo kirîna erebeyeke nû li benda nûçeya duh bû; ya ku dide zanîn ku Saab dê her bijî. Piştî peymana nîhayî ya bi şîrketa emerîkî General Motors re tê bawerkirin ku gelek kes dê destpêbikin û erebeyên nû yên Saabê  bikirin.

Û pêdiviya bi muşteriyên nû gelek mezin e, ji ber ku sala çûyî ji bo Saab sala krîzê bû û firotina gîştî bi 57% daket.

 Li hêla din mudirê gîştî yê Spyker, Victor Muller, hîna jî naxwaze diyar bike da fînanskerên li dû wî kî ne. Ji ber vê zehmet e da mirov zanibe sermayerazandina li dû kirîna Saab çiqas demdirêj e. Li hêla din Victor Muller duh di civîneke çapemeniyê de dûbare kir ku ewê di nav 2-3 salan de zerara Saab wergerîne ser qezencê. Heta wê demê ew karibin salê 100 000 otomobîlên Saab çêbikin û bifiroşin. Ev reqemek dido car û nîvê sala çûyî ye, ku wê demê 40 000 otomobîlên Saab hatin firotin.

Lê Victor Muller hîna jî nikare îzah bike da ewê vê qezencê çawa bidest bînin. Ew tenê hêvî dike ku muşteriyên kevnare biwêrin vegerin.  Muller her weha hêvîya xwe bi konjuktureke baş ya aborî ve jî girê dide:

- Heta ku konjuktur ber bi jor ve bilind bibe û têkçûneke sererastbûna aboriyê çênebe dê Saab jî serkeftî be. Lê heger konjuktur careke din dakeve wê demê, weke tevahiya endustriya otomobîlan, emê jî bi problemên mezin re rûbirû bimînin, dibêje Victor Muller.

 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".