2000 li postê karê xwe wenda dikin

Şîrketa danîmarkî-swêdî Posten Norden, 2000 xebatkar ji kar derdixin. Şîrketa mezin ya postayê îro da zanîn ku wê di demsala dawî ya sala 2009 de zerareke 696 milyon kronî kiriye. Lê ji bo tevahiya sala 2009 qezencekî 2 milyar û 400 milyon kron kirîye.

Lê tevî vê qezenca mezin jî gereke Posten Norden mesrefên xwe kêm bike û ev jî pêwîst dike ku 2000 kes ji kar werin derxistin. Qismek ji wan dê teqawid bibin û qismek jî dê ji xebata tam mesayî derbasî nîv mesayî bibin.

Sala 2009, dema posta Swêd û posta Danîmarkayê bûn yek bi navê Posten Norden, 4000 xebarkar ji kar hatibûn derxistin. Bi avêtina ji kar ya 2000 kesên din re jimara xebatkarên Posten Norden dibe 45 000 kes.

Lê tevî derxistina ji kar ya 2000 kesên din şîrketa Posten Norden biyar daye ku 1.4 milyar kron qezenc li xwediyên xwe belav bike, radighîne ajansa nûçeyan TT. Ev pare diçe ji dewletên Danîmarka û Swêdê re.

Rêvebiriya postê dibêje ew li gorî peymana bi hikûmetan re neçar in sedî 60ê qezencê li xwediyan belav bikin. Û Sendîka Seko ku karkerên postê temsîl dike dide zanîn ku heta niha xebatkarên wan ên di produksiyonê de ji kar hatine avêtin û ew ev car hêvî dikin xebatkarên îdarê ji kar bêne derxistin.

Pia-Lotta Backlund li bajarê Ljungskile belavkarê posteyê ye û di postexanê de 28 sal kar kiriye.

- Yên ewil karên xwe wenda dikin ciwan in. Lê dibe ku kesên ne lez yên wekî min jî ev car ji karê xwe bibin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".