Bêtir polês li taxên biyaniyan

Li Swêdê yek ji xebatên rêza yekem ya polês vekirina buroyên herêmî li taxên biyaniyan . Tenê payîza sala çûyî 10 buro hatin vekirn û bi vî re ji sala 2006 ve bi gîştî 25 buro hatine vekirin û dido yên din jî dê vê buharê vebin. Armanca vê, xurtkirina hîsa ewlebûnê li cem gel û her weha xurtkirina baweriya bi polês re ye. Vê yekë Berndt Nilsson dibêje, komîser li navenda polêsê Stockholmê.

- Herî zêde li ku derê pêdivî bi polês heye divê em li wir bibin. Ji berê ve li hîn taxan pirsgirêk hene û me biryar da ku xwe li wir bicîh bikin da ku polês bêtir nêzî xelkê bibe. Bi vî re ew me nas dikin û baweriya wan ya bi me xurttir dibe, dibêje Berndt Nilsson, polêsê Stockholmê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista