Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Pêlên avê bi helîna berfê re

Hat weşandin onsdag 24 februari 2010 kl 16.24

Ji ber berf û sermayê tevlîheviya di trafîka kollektîf de îro jî berdewam bû. Hîna jî xetên rêyên hesinî asê ne û paqijkirina wan a ji qeşa û berfê dibe sedemê derengîyan. Metroya Stockholmê jî hêj çend xetên xwe girtî ne û di şûna T-bana de otobos di hîn xetan de seferê dikin. Lê ev jî her roj li rawestgehan dibe sedema kaosê. Îro meqamên xelaskariyê yên dewletî û rêvebiriyên rêyên hesinî SJ û Tunelbanaya Stockholmê civîneke awerte li darxistin ji bo li ser tedbîran bi axivin.

Di vê navberê de enstîtuya metrolojiyê ya Swêdê SMHI, da zanîn ku bi helandina berfê re rîska pêlên avê gelek e. Niha li seranserê Swêdê gelekî berf ketiye û heger ew lez bihele ev dikare rê li ber karesatan veke. Ji ber vê divêt şaredariyên Swêdê ji bo encamên derkevin holê re xwe amade bikin, dibêje hydrolog Henrik Spångmyr li SMHI.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".