Wêne: Scanpix

Kufletê penaxwazên nûhatî li ser milê sisê şaredariyan

Di jimara qebûlkirina penaberan de ferqa di navbera şaredariyên wîlayeta Stockholmê de gelek mezin e. Ji sala 1994’an ve Södertälje, Botkyrka û Huddinge sedî 75ê penaxwazên nûhatî qebûlkirine. Li hêla din, her sisê şaredariyên nîv-mezin Täby, Tyresö û Dandery bi hev re bi gîştî sedî dido – yanî 900 kes qebûl kirin e, li gorî lêkolînekê rojnama Dagens Nyheterê.

Şaredariya Södertäljeyê bi nifûsa xwe re qiyas herî zêde penaxwaz qebûlkirine – ji sala 1994 heta îro 6670 kes.

Ev ferqa mezin ya di navbera şaredariyan de bi xwe re hîn pirsgirêk jî tîne. Destpêkirina perwerdeyê û fêrbûna zimanê swêdî dereng dikeve, peydakirina karekî zehmettir dibe û wexta wergirtina cihekê li pêşdibistanê dikare dirêjtir bibe, li gorî Daîreya koç.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".