Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Sextekarê mezin yê dövîzê hat girtin

Polêsê swêdî, li ser sextekariyeke milyonan kronî lêpirsînekê dimeşîne. Zilamekî 37 salî  ji 500 kesan bi gîştî 150 milyon kron pare xwarî ye. Zilamê hatiye girtin berpirsê şîrketeke spekulasyona dövîzan ya bi navê Svenska Valutagruppen bû. Vê şîrketê salekê berê îflas kiribû.

Li gorî agahiyên polês dibe ku hîn kesên din jî ji ber sextekariyê werine girtin.

Bi ya agahiyên dozgerê dewletê Berndt Berger, mirovê 37 salî yê di bin şikê de, bi wan pareyên 500 kesan bi 126 milyon kronî zêr kiriye. Lê piştre ev zêr li şîrketa wî wenda bûye.

Avûkatê mirovê şikjêkirî Filip Rydin dibêje:

- Ji ber rêzek bûyerên nexweş ev tişt qewimî, lê sûcê vê yekê nikarin bikin stûyê muwekîlê min bi tenê. Ew her dem ji bo başîya şîrketê kar kiriye, lê hîn çewtî çêbûne, dibêje Rydin.

Lê bi Mufetişiya Fînansê ya Swêdê, Finansinspektionen,  spekulasyonên dövîz, zêr û petrol çend ji wan branşan e ku herî zêde lê sextekarî û parexurî tê kirin. Lîsta reş ya van şîrketan li cem Finansinspektionen û li ser malpera wê heye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".