Aliyên bazara kar amadekariya pevçûnê dikin

Roja dûşemê pêvajoya peymana gîştî ya herî mezin ya van salên dawî destpê dike. Di vir de dê maaşên nû yên sisê milyon xebatkarî were xuya kirin. Dawiya meha adarê 500 peyman bi dawî dibin, ji bo vê yekê jî eceleyeke mezin heye.

Karbidest zêdekirinek maaşan ya bi 0% pêşniyaz dikin û bi taybetî jî li dijî bilindkirineke taybetî ya ji bo xebatkarên jin in. Ev daxwazek sereke ya konfederasyona karkeran LO ye ji bo bilindkirina maaşên di wan branşan de ku herî zêde jin lê dixebitin. Lê rêxistina karbidestan Svenskt Näringsliv dibêje dê ev maaşan bi qasî k unikare were qebûlkirin bilind bike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".