Muxalefet bi ferqek mezin li pêş e

Muxalefeta sorûkesk di piştgiriya hilbijêran de ferqa navbera xwe û partiyên ser hikûm zêde kiriye. Heger îro hilbijartinên parlamentoyê bihata çêkirin dê muxalefeta sedî 49,6 û koalisyona li ser hikûm sedî 43 dengan wergirta.

Ev pîvandin ji aliyê şîrketa Synovate ve di meha sibatê de hatiye çêkirin û di rojnameyên mezin Yën wekî Dagens Nyheter û Svenska dagbladet de hat weşandin. Li gorî pîsandinê partiya Demokratên Swêdê jî bi pêş ve çûye û bi sedî 5,6ê dengan piştgiriya herî zêde ya heta îro wergirtiye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".