Li benda trênên derengmayî.

Rêwî dê mafê xwe bistînin

Piraniya wan şîrketên çûnûhatinê ku di wan rojên berf û serma de garantiya rêwîtiyê betal kiribû niha gava xwe bi paş ve avêtin û tezmînat didin rêwiyan. Yek ji wan şîrketan trafîka kollektîf ya Stockholmê SL e.

- Her kesek ku wan çar rojên me gotibû garantî derbas nabe mesref kirine dikarin bi servîsa me ya muşteriyan re têkilî deynin û dawa pareyên ku xwedî maf in bikin, dibêje midûrê SLê Jan Forsberg.

Li başûrê Swêdê jî SI Skånetrafiken dide zanîn ku ew heta 500 kronî zerar telafî dikin û ew vê yekê piştî derengiyeke 20 deqîqeyî dikin. Li Västra Götaland herî zêde 300 kron och li Stockholm jî heta 800 kronî mesrefa garantiya rêwîtiyê tê dayîn.

SL li Stockholmê her weha tezmînat dide wan kesên ku dê cara pêş me qerta mehane bikirin.

- Di şûna 690 kronî de ewê tenê 530 kron bidin û şagirtên dibistan, xwendekar û yên xwedî qerta salan e jî dê ji SL qertekê dîyariyê wergirin, dibêje serokê rêvebiriya SLê Christer G Wennnerholm.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".