Olof Palme li meydana Sergelstorg li Stockholm 1977. Wêne: Scanpix

Lêpirsîna kuştina Palme dê bidome

28ê sibaê roja yekşemê 24:mîn salvegera kuştina serok-wezîrê berê yê Swêdê Olof Palme ye. Lêpirsîna kuştina wî dê sala pêş me bi dawî bibana, ji ber derbasbûna demê ya mêrkujiyê 25 sal e. Lê di çileya 2010 de parlamentoya Swêdê derbasbûna demê ji bo sûcên giran betalkir û ev qanûn ji 1ê tîrmehê û pêve dikeve pêkanînên.  Bi vî re dem ji bosûcên mêrkujî, kuştin, sûcên li dijî ïnsaniyet, komkujî û terorê derbas nabe. Şefê grupa lêpirsîna kuştina Palme, Stig Edqvist dibêje ev guhertina qanûnî bi taybetî jî ji ber berdewamî lêpirsîna kuştina Palme baş e.

Di nav salên derbasbûyî ji kuştina Palme îstixbarata Efrîka başûrî, PKK, Säpo û Christer Pettersonê ku sala 2004 mir, di bin şikê de mane. Lêpirsîna kuştina Olof Palme ya herî mezin û buha ya dîroka Swêdê ye û hîna jî ji aliyê 12 polêsan ve tê meşandin, piraniya wan nîvdem kar dikin.

- Hîna jî her roj gilî û agahî ji polês re tên lê piraniya wan bê encam dimîne, lê hîn agahî jî kurtir tên lêkolîkirin, dibêje Stig Edqvist

Lê piraniya wexta grupa Palme bi dayîna dokument û belgeyan ji bo rojnamevan, nivîskar û detektîfên şexî re derbas dibe. Bi awayekê em vê xizmetê jî didin, dibêje Edqvist. 

Hîna jî mukafateke 50 milyon kronî heye ji bo kesê ku bi agahîyên xwe rê li ber girtina mêrkuj veke.

- Lê şansê girtina mêrkuj ya piştî 24 salan gelekî kêm e, dibêje Stig Edqvist li grûpa Palme.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".