Zeviyên soyayê li Brezîlyayê. Wêne: Daniel Öhman & Malin Olofsson/SR.
SWEDWATCH:

Îtxalata soya ya bi jahr rawestînin

Her sala bi hezaran însan ji ber bikaranîna dermanên li dijî ziyandaran zerarê dibîn û bi awayeke xedar nexweş dikevin. Yek ji sedemên bikaranîna van dermanan hilberîna soya ye ji bo bazara Swêdê. Ev yek bi raporek ji rêxistina Swedwatch û lêkolînek navenda nûçeyan ya radyoya Swêdê Ekotê aşkere bû. Sedemê bikaranîna dermanên li dijî ziyandaran ew e ku ev hilberîna soya gelekî erzantir dike.

Ew Soya ya ku li Swêdê weke xwarina heywanan tê bikaranîn ji Brezîlyayê tê û li wir dermanên li dijî ziyandaran ku li Swêd û gelek welatan qedexe ne, tên bikaranîn.  Ev derman endosulfan, metamidofos, acefat û parakvat in.

Peter Bergkvist li mifetîşîya maddeyên kîmyewî ya Swêdê berpirsiyar:

- Ev madde yên herî bi jahr in. Yekser tesîr dikin û tu dermanên li dij wan tune ne. Heger temasa mirov bi van maddeyan re çê bibe wê demê pişika mirov bi êşeke nedîtî tune dibe, dibêje Bergkvist.

Sedemê bikaranîna dermanên li dijî ziyandaran ew e ku ev hilberîna soya gelekî erzantir dike. Soya yê bê derman tên hilberîn jî gelekî buha ye.

Li gorî lêkolînên zanistên brezîlyayî salê 300 hezar kes bi jahrî dibin û rîska kanserê jî ji ber vê gelekî bilind bûye.

Viveka Risberg li  Swedwatch dibêje gereke şîrketa Lantmännen ya gundiyên Swêdê li berpirsiyariyên xwe xwedî derkevin.

- Bi ya min ev tişti nikare were qebûlkirin. Di vê branşê de rîskên gelek mezin hene û ji ber vê yekê gereke şîriket berpirsiyariya xwe bigirin. Pêwîst e şîriket soyayên bi sertîfîka yên van maddeyên bi talûke qedexe dikin bikirin, dibêje viveka Risberg.

Lê ji ber ku rêxistin û şîrikatên gundiyên Swêdi naxwazin buha bikirin hilberîna soya ya bi van dermanan li Brezilyayê nav şeş salan de sê qat zêde bûye. Rêxistina Lantmännen ya gundiyan dibêje heger ew soya ya buha bikirin wê demê dê buha ya goştê ew difroşin jî gelek bilindtir bibe.

Lê tevî vê îzahê jî Peter Bergqvist li Mifetişiya  Maddeyên Kîmyewî dibêje pêwîst e îtxalatkarên swêdî berpirsiyariya xwe bigirin û xwarinên ku zerar nadin însanên din bikirin.

Bikaranîna maddeyên jahrî yên li Brezîlya tên bikaranîn li Swêd û Yekîtiya Ewropayê qedexe ye. Lê di asta netewî de qedexekirina van madeyan ne mumkun e, dibêje Kjell Wejdemar li Daîreya karûbarên çandinî. Bi ya wî, ji bo qedexeyekê pêwîst e soya bi xwe jî bi jahrî be, yanî zêdemayîyên dermanên li dijî ziyandaran divê di soyayê de were tespîtkirin û heta niha tespîtek wusa nehatiye kirin, dibêje Wejdemar û dibêje her welat bi xwe qerar dide destûr bide bikaranîna kîjan madeyan:

- Meqamên brezîlyayî biryar daye ku ev made dikarin werin bikaranîn û heta ku em zêdemayînên van madeyan di nav xwarinê de nebînin em nikarin ji bo rawestandina îtxala wê tu sedem nîşan bidin.

Lê heger ev made dibin sedema mirin û nexweşketina mirovan?

- Vê nirxandinê divê îtxalatkarên vê xwarinê bikin, dibêje Kjell Wejdemar ji Daîreya karûbarên çandiniyê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".