Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/
Aboriya 2009

Sala herî xerab ji Cenga cîhanê II û vir ve

Hat weşandin måndag 1 mars 2010 kl 13.14

Sala çûyî pêşkeftina aborî ya Swêdê ji cenga cîhanê ya dûem û vir ve ya herî xerab bû, vê yekê Buroya îstatîstîkan ya Swêdê SCB radigîne. Hatinîya Neteweyî ya Nesafî sala çûyî -4.9 bû. Lê tevî vê reqema xerab jî xuya ye beşa herî xedar ya krîzê derbas bûye.

Li gorî reqemên buroya îstatîstîkan îşaretên ber bi başiyê ve sala çûyî ve dikarîbû were dîtin. Malbatan mesrefên xwe ber bi dawiya salê ve zêde kirin. Her wehe mesrefên saziyên dewlet û şaredariyan jî bi sedî dido zêde bûin.

Lê li hêla din gelek diyar e ku hîna jî serxwehatina aborîyê hêdî diçe.  Razandina sermayeyê kêm e û di bazara prîvat de ev bi sedî 16 kêm bûn.  Her weha li cem dezgehên dewletî û şaredariyan jî razandina sermayeyê di demsala dawî de kêm bû.

Lê hêviyek xuya niha li cem malbatan heye. Heger enflasyon neyê hesabkirin pareyê wan bi sedî 3.7 zêde bû.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".