Kaos li dû erdhejê. Wêne: Aliosha Márquez, Carlos Espinoza, Roberto Candia/Scanpix. Montaj:SR.
FREDRIK REINFELDT:

Swêd amade ye alîkarî birêke Şîlîyê

Piştî karesata erdheja dawiya hefteyê serê vê sibê jî li Şîlîyê pişt-erdhejeke li gorî pîvana richterê 6,2 çêbû. Gelek bajar û herêmên Şîlîyê zerar dîtine û heta niha zêdeyî 700 kes mirin e.
Tê bawerkirin ku dê jimara miriyan zêde bibe.Navbera 500-600 swêdiyên ku niha li Şîlîyê ne xwe li cem balyozxaneya swêdî ya li peytext Santiagoyê qeydkirine.

Di vê navberê de li gelek bajaran tevlîhevî çêbû. Hikûmeta Şîlîyê 1300 leşker şand bajarê Conception ji bo rê li ber şelandin û karên krîmînel bigire. Conception ew bajar e ku ji erdhejê zerara herî mezin dîtiye.

Serokwezîrê Swêdê Fredrik Reinfeldt jî di derbarê karesata erdhejê de ji nûçeyên televizyona Swêdê Rapport re wuha axivî:

- Vê erdhejê jî careke din nîşan da ye da jiyan çiqas bêwext dikare bi dawî bibe. Li Şîliyê 500-600 swêdî dijîn û her weha jî gelek kesên ji Şîlîyê li Swêdê dijîn û di derbarê mirov û xizmên xwe de xemgîn in. Em serê her kêliyê xwe di derbarê rewşa li wir de agahdar dikin. Her weha meqam û dezgehên me jî ji bo xizmetdayînê xwe amade kirine û her çiqas Şîlî ji Swêdê gelekî dûr be jî em amade ne alîkarî bikin. Lê divê Şîlî bixwe vê alîkariyê ji me daxwaz bike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".