Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Hişyariya dereca 1

Hat weşandin måndag 1 mars 2010 kl 14.47
Kaosa berfê li ser rêya E4 li nêzî Jönköping. Wêne: Daniel Rundqvist/SR

Daîreya metrolojiyê ya Swêdê, SMHI, îro ji bo rojhilat û navenda Swêdê hişyariya dereca 1 belav kir. Sedem barîna dijwar ya berfê ye. Li van herêman asta berfê dê bibe nêzî 25 cm. Hem li Småland û hem jî li Östergötland gelek qezayên trafîkê qewimîn. Serokwezîr Fredrik Reinfeldt serdana xwe ya li bajarê Jönköpingê bi paşve da piştî ku balafira hikûmetê ji ber hewayê xerab nikarîbû li balafirgehê dayne û ji neçarî vegeriya Stockholmê.

Ev hewayê xerab beşek e ji hewaya xerab ya bi navê Xynthia ye ku li Portekîz, Îspanya û Fransayê bû sedema mirina çend kesan û zerarek mezin ya maddî û niha ji ser Swêdê re derbas dibe. Bi vê munasebetê li başûrê Swêdê jî dê bayên bi şid dê çê bibin. Polês li herêma Smålandê bang li xelkê dike ku heger ne pêwîst be dernekevin ser rêyan.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".