Dê 2000 sentralên enerjiya bayî bên ava kirin

Di hundirê deh salan de dê 2000 sentralên enerjiya bayî bên ava kirin, wezîra kasibkariyê ya Swêdê, Maud Olofsson, di rûpela şîroveyê ye rojnameya Dagens Nyheter de dinivîsîne ku ev e nevaroka pêşniyaza hukûmet dê pêşkêş bike vê pêncşemê.

Armanc bi vê pêşniyazê zêde bûna hilberandinên kehrebê ye bi 25 saetên terawatî ji çavkaniyên enerjiyê yên nûkirî ta sala 2020.

Tên jimartin ku lêzêdekirina ji enerjiya bayî dê bibe deh saetên terawatî, enerjiyên nûkirî wekî din ji sûtemaniya biolojîk tê, çendek ji hêza avê û enerjiya tavê jî.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".