Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Bi cidî nayên nerîn li tehdîd kirina serkreterên kar û barên civakî

Tehdîd û gefên tên kirin li sekreterên karûbarên civakî di belediyan de kêm car dibin dozên giştî yan biriyarên dadgehê.

Lêkolîneke nû ku radiyoya swêdê çêkiriye vê yekê diyar dike. Tenê di van du salên dawî de 158 tehdîd, ji wan çendek gefên mirinê bûn, gehiştin destê saziya jîngeha kar.

Radiyoya swêdê li 49 rewşên tehdîdê nerîn yên eşkere tehdîdên kuştinê bûn li sekreterên karûbarên civakî , û li 32 ji wan doz venebûn.

Ji deh sekreterên kar û barên civakî neh hest dikin ku metirsa zorî û tehdîdê heye li cihê karê wan. Ev yeka li gor lêkolîna yekîtiya akademîsyenan SSR çikir nav 600 sekreterên kar û barên civakî de.   

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".