Foto: Adam Ihse/Scanpix.

Partiya korsan dê di kêm belediyan de hebin di hilbijartinên payîzê de

Piratpartiet, partiya korsan, dê tenê di nêzîka bîst ji 290 belediyên Swêdê de beşdarbin di hilbijartinên payîzê de û di pênc ji bîst herêm û mecilisên wîlayetan de.

Di buharê de ji sedî 7,1 ji dengan anîn di hilbijartinên bo parlamana yekîtiya ewrûpayê, paşî partiya korsan biriyara xwe dan ku dê beşdar bibin di hilbijartinên payîzê de bo belediyan û mecilisên wîlayetan.

Rick Falkvinge, serokê partiya korsan e, Piratpartiet, û ew dibêje ku nuha beriya her tiştî dixwazin giraniyê deynin ser hilbijartinên parlamanê:

- Giraniya me ya serekî nuha parlaman e. Em wekî partiyeke parlamanî hatin saz kirin, em partiyeke parlamanî nin û di payîzê de dê eşkere diyar bibe bê em çend partiyeke parlamanî nin.

Nêzîka 50 000 endamên partiya korsan henin, tenê partiya socialdemokratan û partiya moderatan bi hejmarên endamên xwe ji wan pirtirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".