Foto: Erik G Svesnsson/ Scanpix

Rexne tên kirin li sîstema dîtinên nivîskî.

Daîreya giştî ya dibistanan rexneyên xwe eşkere dike di raporeke nû de, derbarê nirxandinên nivîskî bo şagirtên dibistanên bingehîn.

Li gor dîtinên daîreya giştî ya dibistanan, meila mamosteyan heye ku dîtinên xwe bidin derbarê taybetmendiyên kesayetiya şagirtan bi xwe û ne zaniyariyên wan. Herweha tên dîtin jî ku mamoste notan bêhtir didin ji asta ji wan hatiye xwestin. Ev reform bilez hatiye birêvebirin, li gor dîtinên daîreya giştî ya dibistanan.

Sîstema dana dîtinên mamosteyan yên nivîskî derbarê şagirtên dibistanên bingehîn ji payîza 2008 de dest pê kiriye, piştî biryarekê ji hukûmetê.

Wezîrê perwerdeyê, Jan Björklund, razîbûna xwe diyar kir hember rapora daîreya giştî ya dibistanan û ji buroya rojnameyan ya nûçeyan, TT re got ku:

- Ez karim bêjim ku ji sedî 90 ji wan maomsteyën ji wan hatiye pirîsîn, dibînin ku ev dîtinên nivîskî dihêlin agahdarî zelaltir bibe di dibistanan de û dibînin ku baş e. Ev piştgiriyeke gelekî bi hêz e bo vê reformê. Bi dîtina min ev yeka ya herî navendî ye.      

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".