Foto: Fredrik Sandberg/Scanpix.

Astra Zeneca çalakiyên xwe yên lêkolînê digirin li Lund

Doh komşirketa dermanan ya swêdî-brîtanî Astra Zeneca eşkere kir ku dê çalakiyên xwe yên girêdayê warê lêkolînê li bajarê Lund dê bigirin. Ev yeka dê bandoreke gelek bike li wan 900 kesê bi wê vê kar dikin.

Komşirketa Astra Zeneca biriyar da ku dê giraniya xwe bêhtir deynin ser lêkolînên li Mölndal li derveyê Göteborg.

Bidawîanîna çalakiyên wan li Lund dê bandora xwe bike li pêşveçûna karê şirketên biçûktir yên lêkolînê li herêma Lund. Ev yeka li gor baweriya Olov Sterner, profesor di kîmiyaya organîk de li zanîngeha Lund.

- Gelek lêkolînerên xwedîşiyan henin di warê beşê dermanan de li vê derê, û yên hem jî xwedî îmkanin ku herin şirketê din yên dixwazin kesên hêja girêdayê xwe bikin û qezenceke ji wê bibînin.

Ev herêm bi xwe dewlemend e bi bi karên lêkolînê û şirketên bioteknîk, wekî li Lund, Malmö, Köpenhamn û Roskilde ê. Li gor profesor Olov Sterner, dê bi vê rewşê û bidawîanîna kar û çalakiyên Astra Zeneca, gelek şirketên biçûk karin nuha lêkolînerê zîrek ji xwe re peyda bikin.

Wezîrê lêkolînê Tobias Krantz, dibêje ku ev rewşa diyar dike bê hevrikiya navneteweyî di vî warî de çend zehmet e:

- Ev diyar dike bê çend giring e em berdewambin di karê me yê berê de, ku em giraniyê deynin ser lêkolîneke dermanî ser asteke cîhanî. Hukûmet gelek kiriye ji vî alî ve, me 585 miliyon kron daniye ser lêkolîna dermanî salan e. Ez hêvîdarim ku ev yeka faydeya xwe diyar bike di pêşerojê de.     

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".