Foto: Britta Pedersen/Scanpix.

Imkan kare vebe bo polîsan guhdariya agahdarîyê û trafîka telefonê bikin.

Ev imkan rabû dema qanûna FRA dest pê kir heyva duanzdan sala par. Wezîra dadê, Beatrice Ask dê lêkolîneke nû deyne îro ya dê ji nû ve li imkanên polîsan binere ji aliyê çavdêrî kirina signalan ve, wezîra dadê dibîne ku ev pirseke giring e bo polîsan.

Beatrice Ask bawer nake ku tu metirsî dê hebe ji hêla vebûna şîroveyeke derbarê rûmet şikandina entegrîteya kesayetî, wekî bû dema qanûna FRA dest pê kir ya derbarê çavdêrî kirina signalên peywendiyê.

-Ez bawer nakim. Eger me bingehekî baş hebe û em nirxandineke baş deynin wê demê bawer nakim wê şîroveyên nepêwîst dest pê bikin. Divê armanc bi vê yekê zelal be û divê jî garantiyên xurt hebin bo ewleyiya hiqûqî di karê tên birêve birin de. Daxwaza min ew e ku em karibin pêşniyazeke bi vî awayî pêşkêş bikin dema encamên lê hûr nerînê di destê me de bin.

Qanûna bi navê FRA îro tenê imkanê dide hukûmetê, qelema hikûmetê û hem jî hêza parastinê ku daxwaza çavdêrî kirinên signalan bikin ji dezgeha radiyoyê ya hêza parastinê, û nuha dê bên lê nerîn eger ev imkana ji polîsan re jî dê hebe li gor lê hûr nerîna nuha hatiye danîn û ya dê temam bibe yekê heyva yanzdehan ya vê salê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".