Mecilisên wîlayetan zarokan dixin bin deynan de

Çend mecilisên wîlayetan ji zaokên di bin 18 saliyê re dixwazin ku deynan bidin, deynên ser wan çêbûnin ji ber neçûna wan bo doktoran.

Ji yekê heyva şeşan de dê qanûneke nû dest pê bike ya sînor datîne bo vê yekê û nahêle êdî zarokên bin 18 saliyê de deyindar bibin. Wê demê dê weliyê zarokan yên dibin berpirsiyarên aborîyê bo deyinên nehatinin dan.

Ji ber vê yekê jî ji nuha ve gelek mecilisên wîlayetan rotînên xwe ji nuha ve guhertinin, lê hîna jî bêhtirê nîvî hejmara wan nameyên inkasso yê, yên jêstendina deyinan, tên şandin ji zarokan re bo deynên li ser wan mayî.     

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".