1 av 2
Komekî hilbijêrên kurd li Göteborg. Wêne: Scanpix
2 av 2
Tiliyên morkirî - hemwelatiyên Îraqê deng dan/Scanpix
HILBIJARTINÊN ÎRAQÊ

Dengdana bi govend û dîlan

Îro bi hezaran kurd û hemwelatiyên din yên îraqî li Swêdê çûn ser sendoqên hilbijartinê û bi tiliyên mor ji navendên dengdayînê derketin.

Hilbijartin li Stockholm li taxên Husby û Skärholmen (Vårberg), li Södertälje û li bajarên Göteborg û Malmöyê li darketin.

Ji bo tevlî hilbijartinan bibin gelek hemwelatiyên Îraqî ji Norwec û ta ji Fînlandyayê rêwîtiyeke dirêj kirin ji bo karibin dengê xwe bidin.

Li Göteborgê îro piştî dengdanê hilbijêrên kurd govend girtin hilbijartin pîroz kirin.

Li taxa Skärholmen ya li Stockholmê jî hilbijêrên ereb yên alîgirê serokwezîr Malîkî yên ji Dalarna hatibûn bi qafîleyeke mezin bi govend, stran û muzîk li dibistana Lillholmskolan dengê xwe dan.

Piraniya kesên Zayele li gel wan axivîn hêvî dikin ev hilbijartin aramî û ewlekarî bîne Îraqê lê her weha bibe munasebeta avakirina Îraqek ji hêla aborî ve bêtir adîl.

Abdullah ji Qeladiza

Li taxa Skärholmen li Stockholmê Abdullahê ji Qeladizayê dengê xwe da û bi tiliyek mor hate derve. Abdullah dibêje ew hêvî dike ev hilbijartin biratiya navbera kurd û ereb û hemû gelên Îraqê xurtir bike, lê her weha dixwaz siyasetvanên ku hildibijêrin bêtir guhên xwe bidin daxwazên xelkê. Heger siyasetvan ev car jî tenê kursî û berjewendiyên xwe yên şexsî bifikirin wê demê Abdullahê ji Qeladiza dibëje dê ew dengê xwe nede heman kesan.

Ferzena Îbrahîm, hilbijêra yekemcarî

Ferzene Îbrahîm hilbijêra cara yekem e. Ew hêvî dike di saya van hilbijartinan de hevgirtina kurd û ereban xurt bibe. Ew dilşikestiye ku li kêleka alaya Îraqî ya avahiya Lillholmsskolan cihê dengdanê dixemilîne alaya kurdî jî tune ye. Divê ji bo xatirê yekgirtina îraqî ereban bixwe ala kurdan li kêleka ala îraqî dalaqanda, dêje Ferzene Îbrahîm.

Ferzena hêvî dike hilbijartinên Îraqê yekgirtina navbera kurd û ereban xurt bike lê di vî warî de zêde xweşbîn nîne.  Ew balê dikşîne ser wê bûyera duh ya kurdekî ku dixwest ala Kurdistanê li kêleka ala Îraqê dalaqînê lê ji aliyê berpirsên hilbijartinê ve ala kurdî hat daxistin.

- Divê ji bo biratiya me ereban bi xwe ala kurdî hildana û li kêleka ya Îraqê dalaqandina, lë wan vê yekê nekir, dibêje Ferzena Îbrahîm û hêvî dike ku weke hilbijêra yekem bi dengê xwe temsîla kurdan ya parlamentoya Îraqê xurtir bike.

Alîgirên Nûrî El Malîkî deng dan

Alî Alkemedî ji Bexdayê ye û ji guhertinên li Îraqê gelekî razî ye. Bi ya Alkemedî serokwezîrê Îraqê Nûrî El Malîkî Îraqê kiriye yek û terorîstan têk biriye.  Alîgirek din yê El Malîkî hilbijêrek ji Dalarnayê Riyad Abdulabbas e. Ew ji dibêje El Malîkî ewlekarî xurtkiriye Abdulabbas dibêje gelê Îraqê careke din dê tucar dîktatoran qebûl neke û venegere zemanên wekê di dema Saddam Huseyîn de.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".