Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/
HILBIJARTINÊN ÎRAQÊ

Tiliyên mor û hêviyên mezin

Hat weşandin söndag 7 mars 2010 kl 18.39
1 av 3
Hilbijêrên kurd di dengdana li Göteborgê de. Wêne: Scanpix
2 av 3
Hilbijêrên kurd di dengdana li Malmöyê de. Wêne: Fredrik Persson/Scanpix
3 av 3
Hilbijartinên dûem yên Îraqê weke serkeftina demokrasiyê tê nirxandin.

Roja yekşemê roja dawî ya wan sisê rojan bû ku hilbijêrên îraqî yên li Swêdê dikarîbûn dengên xwe bidin ji bo hilbijartinên parlamentoya Îraqê. Ji bo vê yekê jî li Stockholm (Vårberg û Husby), Södertälje, Malmö û Göteborgê li pêş cihên dengdanê dorên dirêj çêbûn. Jimara kesên dixwestin dengên xwe bidin gelek bûn. Lê ji ber qaîdeyên nasnameyê hîn kesên ji rêyên gelek dûr hatibûn jî nikaribûn dengê xwe bidin. Ji bo dengdanê ji Norwec û Fïnlanda û gelek herêmên dên yên Swêdê îraqî berê xwe dabûn Stockholmê.

Komekî ji 30 kesî dengê teyîbê vekirine û bi stranek ji bo piştgiriya serokwezîrê ser hikûm yê Îraqî Nûrî El Malîkî dadikevin nava meydana li pêş dibistana Lillholmskolana li taxa Vårberg li Stockholmê. Piraniyek mezin ji wan erebên ji herêma Dalarnayê ne û di dest wan de sûretên El Malîkî hene. Her çendî propagandaya siyasî ya li pêş cihên hilbijartinê qedexe ye jî yek ji nobedaran Alî Al Kemedî yê ji Bexdayê nikare xwe bigire û pesnê El Malîkî dide, dibêje di saya wî mirovî de, El Malîkî îşaret dike, tevahiya Îraqê bûye yek.

Alîgirên din yên serokwezîr El Malîkî gelek razî ne. Bi ya wan di saya wî de hem ewlekarî bicîh hat û terorîzm têk birin, dibêje Riyad Abdulabbasê ji Dalarnayê.

Berya nîvroyê ye û ji niha ve bi sedan otomobîl ber bi dibistana Lillholmskolan ya li Vårberg a li başûrê Stockholmê ve tên. Polêsê Swêdî hewl dide rê neyên girtin û ji kesên xwedî wesayît re cihên parkê nîşan didin.

Li pêş dibistana Lillholmskolan hewayekê nerm heye û polêsê wezîfedar yê li wir jî dibêje heta niha her tişt bi aramî derbasbûyê û tu pirsgirêk çênebûye.

Şîrovegerên rojnameyên swêdî yên dawiya hefteyê, dûemcar çêbûna hilbijartinên Îraqê weke serkeftin û destnîşana hêviya xurt ya ji bo demokrasiyê dinirxînin. Hilbijartinên ewil di siya leşkerên emerîkî de li darketibûn, lê ev car îraqî demokrasiya xwe bi hilbijartineke dûem didin jiyandin. Û hêviyên ji bo pêşeroja îraqê hem li cem hilbijêrên kurd û hem jî yên li cem ereb xurt bû. Ferzene Îbrahîm hilbijêra cara yekem e. Ew hêvî dike di saya van hilbijartinan de hevgirtina kurd û ereban xurt bibe.

Abdullahê ji Qeladiza li Kurdistanê tiliya xwe ya mor nîşanê min dide. Ew kêliyek berê ji nav dibistana Lillholmskolan a Vårbergê derket derve û hêvî dike dengê ku îro daye bi rastî jî rewşa li Îraqê aram bike û xelkên li wî welatî nêzî hev bike.

Lê li pêş dibistana Lillholmskolan hîn nerazîbûn jî hene. Komekî kurd ku ji dengdanê vedigerin gazinca dikin ku li wan neheqî hatiye kirin.

Vian Newzad ji bajarê Silêmanî gelek aciz e ku li ser sendoqa dengdanê kesên  bi kurdî dizanin tune bûn û ew neçar kirin bi erebî biaxive.

Lê ne tenê pirsgirêka ziman, bi ya hîn hilbijêrên kurd qaîdeyên nav û nasnameyan jî weke mebest tên nîşandan ji bo ku kurd nikaribin dengên xwe bikar bînin.

Li gorî qaîdeyên komîsyona hilbijartinê divê di pasaportên Îraqiyên hemwelatiyên dewletên ewropî de sisê nav hebin. Heger dido nav tenê be divê nasnameyeke wan ya îraqî hebe ku hemwelatîbûna wan nîşan dide.

Alwan Dirovîtan çavdêrê Hîzbî Şûîyên Kurdistanê ye û bi ya wî ji ber ku kurd gelek sal li derveyê welat jiyan e, gelek ji wan tenê xwedî dido nav in; nav û paşnavek. Û gelek caran nasnameyeke wan ya îraqî jî tune ye. Ji ber vê kurd dibin hedefa cûdagirtiniyê.

Lê Rêbwar Selam, ji Yekîtî niştîmanî Kurdistan û çavdêrê siyasî yê Lîsteya hevpeymanên Kurdistan, dibêje di warê nasname û dû-navî û sê-navî de ferqek naxin navbera kurd û ereban. Rêbwar Selam.

Lê li pêş dibistana Lillholmskolanê Saîdiye ya ji bajarê Silêmaniyê ji ber qaîdeyên nav û pasaportan gelekî nerazî ye. Saîdiye dikarîbû dengê xwe bide û serê tiliya wê mor e. Lê her sisê zarokên wê ji ber ku di pasaportên wan de dido nav hene û tevî belgeyên ku nîşan didin ew zarokên wê ne, dîsa jî nehêştin zarokên wê dengên xwe bikar bînin, dibêje Saîdiye.

Belê, li Îraqê îro 38 kes di êrîşên çêkdarî de hatin kuştin û zêdeyî 100 kes birîndar bûn. Lê dîsa jî ev hilbijartinên ku cara yekem di bin kontrola hêzên ewlekariya îraqiyan bi xwe de hat çêkirin zêde bi tund û tujî derbas nebû. Nûçegihana Radyoya Swêdê ya Rojhilata navîn Cecilia Uddèn îro di rapora xwe ya ji Bexdayê de got dengdayîn li gelek ciyan di nava aramiyê de derbasbûye û behsa Selîm Cezayîriyê ji bajarê Helsîngborga Swêdê dike ku li Bexdayê dengê xwe bi temenîya ku dawî li şer û terorê were da.

Belê hilbijartinên dûem yên ji bo parlamentoya Îraqê ev car bêyî sîwana leşkerî ya emerîkî hat li darxistin. Li gorî pîlanan divê ew 100 hezar leşkerên emerîkî yên îro li Îraqê ne  ber bi dawiya salê vegerin welatê xwe û ev yek temeniya hilbijirê yekemcar Agîlê ji bajarê Nasiriyê ye li pêş dibistana Lillholmskolan a Vårberga Stockholmê.

Agîl ji Finlandiyayê hatiye, her weha Abbas El Hesenê ji Basrayê jî ji bajarê Lahtî yê Fînlandiyayê hatine. El Hesen serê tiliya xwe ya mor nîşan dide û dibêje hêviya wî ye ku Îraq jî weke Swêd û Fînlandiyayê…

Abdullahê ji Qeladiza ji bo pêşerojê xweşbîn e û hêvî dike siyasetvanên ku wî dengê xwe daye wan li parlamentoya Îraqê karekî baş bikin, naxwe nikare di hilbijartinên pêş de careke din piştgiriya wî bigirin, dibêje Abdullah.

Alîgirê El Malîkî, li pêş dibistana Lillholmskolan stran dibêjin û dîlan digirin. Hilbijêrek ji Dalarnayê Riyad Abdulabbas dibêje serokwezîrê îraqî Nûrî El Malikî  ewlekarî xurtkiriye û terrorîstan têk biriye. Lê Abdulabbas dibêje gelê Îraqê careke din dê tu caran dîktatoran qebûl neke û venegere zemanên wekê di dema Saddam Huseyîn de.

ZANA SCHIROYI

zana.schiroyi@sr.se

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".