Kesên biyanî di kêm karan de diyarin

Gelek kesên li derveyê welat ji dayik bûnin di kêm warên kar de tên xwiyanî kirin li Swêdê, bi taybetî di hêza leşkerî de hejmara kesên li derveyê Swêdê ji dayik bûnin ya herî kêm e, herweha di nav agirkujan de û nav efserên hewayî de. Ev agahdarî li gor hejmarên nû ji buroya statistîkê ya navendî.

Marie- Louise Koskinen şefa karmendan e li xizmeta trafîka balfiran li daîreya karûbarên hewayî û ew dibêje mercên ziman di rêya biyaniyan de rawestiya ye.

- Mercên ziman di warekî wekî ware me de gelekî bilindin. Merc ser me henin ji aliyê birêvebiriya çûnûhatinê ve ku gerek swêdî û ingilîzî zanibin.

Derbarê pirsa eger wan karekî taybetî danîbe ser kişandina biyaniyan bo warê wan, Marie-Louise Koskinen bersiv da û got:

- Na, me kar nekiriye bo vê yekê, lê ba me hinin yên kar dikin û ji welatên din hatinin û merca ziman derbas kirinin. Ez bawer dikin ku yek ji australiyayê ye û yek jî ji îngilîz e.

Beşê kesên biyanî yên kar dikin di nav birêvebirên balefiran de li Swêdê tenê 2 % nin.

Kesên biyanî bêhtir henin di ware tenduristiyê de, ajotina bas û taksiyan de wekî nimûne û eger em binerin li ware agirkujan, em dê bibînin ku hema hemû agirkujên Swêdê li Swêdê bi xwe ji dayik bû nin. Braem Sager, sociyonom e û kar dike li navenda îtfayiyê bi karê kordîne kirinê ve, li Rosengård li Malmö ê. Wan projeyek birêve birin taybetî bo perwerde kirina biyaniyan di ware agadariyê de bo xizmeta xelaskirinê, bi hêvî bûn ku ew kesana xwendin berdewam bikin û bibin agirkuj.

Ta nuha sê ji wan 24 kesên beşdarî vê projeyê bûn, îro bûnin agirkuj.

- Gelek ji kesên li derveyê welat ji dayik bûnin balkêşiya karkirinê di van waran de ba wan kêm e, ji ber ku agahdarî ba wan tuneye û gelekî nizanin derbarê van karan. Amojgariya min ew e ku mirov divê derkeve nav wan û agahdariyê belav bike, behsa van karan bike ji wan re. Mirov kare deriyên rêxistinê veke û wan derbas bike bi awayên din ji bilî awayê adetî yê normal tên bi kar anîn.

Braem Sager bû ya dibîne ku nezanî derbarê kar kirinê di van waran de hoyeke mezin e ku gelek biyanî nabînin ev warekî balkêş e, ji bilî wê jî tên bawer kirin ku dema perwerdeyê ya dirêj di van waran de gelek kes tirsandi nin.

Diyar e projeyên bi vî awayî li gelek deverên din jî hatiye birêve birin di ware agirkujiyê de, wekî li Södertörn, wan jî dît ku zaniyariyên kesên biyanî gelekî kêmin derbarê karê agirkujiyê û imkanên kar di vî warî de.

Hannele Holmsten, şefa karkeran li yekîtiya parastina xelaskirinê li Södertörn,  dibêje ku ew hizra kevin ba milet ku dive mirov werzişvan be bo ku karibe karê agirkujîyê birêve bibe hêdî hêdî wenda dibe û hizrên nû cihê wan digrin:

- Me li warên din yên kar neriye, yên wekî nimûn e perwerdeyên ware tenduristiyê henin, yan jî xwedan xibret bin ji karên din. Me ne tenê giranî daniye ser perwerdeyên parastina hember qezayan, lê eger kesên bi perwerdeyên ware tenduristiyê bên û daxwaza kar bikin, wê demê em karin kar bidin wan jî.

Nuha balkêşiya kişandina biyaniyan bo warê xizmeta xelaskirinê hatiye belav kirin û di lîeyê de jî dest pê kirinin bi perwerdeyên amade kirinê taybetî bo xizmeta xelas kirinê. Îro nêzîka deh lîseyan dest bi korsên bi vê armancê kirinin. Lîseya Tullinge li belediya Botkyrka ji sala 2002 de dest bi korsekî wisa kirin û biserketin di zêdebûna pircureyîyê de nav şagirtan de, hem ji aliyê cinsê wan ve û hem jî ji aliyê eslê wan yê etnîkî ve.

Ev li gor mûdîra lîseya Tullinge, Elizabeth Beckman:

- Me dît ku ev hizreke balkêş e, ji ber wê me ji xizmeta xelaskirinê ya Botkyrka pirsî û ew bi xwe geşbîn bûn û pêwîstî dîtin ku pircureyî gerek hebe di karê wan de û bi taybetî di belediyake wekî Botkyrka yê de ji ber gelek biyanî têde dijîn.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".