Ferqa nav xwendayên bilind yên swêdî û biyanî mezin e

Bi swêdiyên bi xwendina bilind re qiyas, jimara biyaniyên bi xwendina bilind yên bi karên berwext bilindtir e – û yên  biyanî bêtir caran jî bêkar in.

Daîreya Îstatîstîkan SCB di nav salên 1996-2007 de rewşa 6500 kesên bi xwendina bilind yên di bazara kar de lêkolîn kiriye. Ew bi 1500 kesên bi xwendina bilind yê li Swêdê hatine dinê re tên qiyaskirin. Ji kesên li derveyê welat hatine dinê sedî 70 xwedî karekî ne. Lê ji bo yên li swêdê hatine dinê ev reqem sedî 90 e. Lê jimara biyaniyên ku xwendina xwe ya bilind li Swêdê kirine reqem hinek bilindir – sedî 78 bû.

Di nav biyaniyên bi xwendina bilind de ji sedî 19ê zilaman û sedî 20ê jinan di karên berwext de dixebitîn. Ev reqem ji bo swêdiyên bi xwendina bilind sedî 11 bû. Ji biyaniyên li derveyê welat hatine dinê sedî 79 xwedî karekî bi tam mesayî bûn, lê ev reqem ji bo yên li Swêdê hatine dinê sedî 88 bû.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".