Rojnamebelavkarên bê kaxiz

Şîrikatên belavakariya rojnameyan li rojavayê Swêdê van salên dawî ferqkirine ku belavkarên rojnameyan mirovên bê-kaxiz li Swêdê dijîn didin xebitandin. Yanî kesên ku destûra wan ê rûniştina li Swêdê tuneye bi nîv an jî sedî 75ê maaşê normal rojname belav dikin.

Şîrketa Västsvensk tidningsdistribution VTD sala çûyî 50 belavakarên rojnameyan ku  belavkirina rojnameyan dane kesên din ji kar derxistin. Lê şîrketa VTD nizane da  çend ji wan belavkaran kesên bê-kaxiz bûn.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista