Sven-Erik Österberg (S)
KRÎZA QIRKIRINÊ

Fredrik Reinfeldt li cem komîsyona dadgeha bingehîn hat gilîkirin

Serokwezîr Fredrik Reinfeldt ji ber daxuyaniyên xwe yên di derbarê biryara parlamentoya Swêdê ya naskirina qirkirina ermeniyan ji Komîsyona dadgeha bingehîn ya parlamentoyê re hat gilîkirin. Hefteya çûyî parlamentoya swêdî bûyerên salên 1915 yên li Tirkiyê weke qirkirin naskiribû.

Yê Reinfeldt li cem komîsyonê gilî kir parlamenterê sosyaldemokrat Sven Erik-Österberg e, ku ji komîsyonê daxwaz dike ku li ser daxuyaniyên Reinfeldt yên di derbartê biryara qirkirinê de lêkolînek çê bike.

Fredrik Reinfeldt roja şemiyê ji serokwezîrê tirk Recep Tayyip Erdogan re telefon kiribû û ji wî re gotibû ku ew ji ber daxuyaniya parlamentoya Swêdê xemgîn e. Piştî ku Erdogan vê hevdîtina bi telefonê li ser malpera xwe aşkere kir Reinfeldt derket pêş çapemeniya swêdî û daxuyaniyên xwe parast in. Reinfeldt her weha got jî ku heta ku ew serokwezîr be dê hikûmeta Swêdê biryara naskirina qirkirinê ya parlamentoyê pêk neyne.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".