Amun Abdullahi Mohamed

Xelata Politkovskaya ji rojnamevana somalî re

Amun Abdullahi Mohamed ji beşa navnetewî ya radyoya Swêdê (SR International) duh xelata bîranîna Anna Politkovskaya ya mafê beyan û çapemeniya azad ya 2010’an wergirt ku ji aliyê Klûba Weşangeran ya Swêdê ve tê belav kirin. Mebesta xelatê ev e: ”Bi awayeke naîv me bawer dikir ku têkoşîna fikra azad li Swêdê bi ser ketî ye. Lê em şaş bûn. Amun Abdullahi Mohamed vê têkoşînê bi cesareteke mezin û westatiyekê hêja her roj dide”.

Amun Abdullahi Mohamed gelek karên ne li rê aşkera kirin e ku bi swêdî di navenda nûçeyan ya radyoyê Ekot de hatine weşandin. Lê aşkerekirina tiştên nehênî ne zêde populer e. Ji ber vê yekê ew bûye hedefa rexneyên giran yên hîn mirovên di civata somalî ya li Swêdê. Tevî tehdît û heta ku lêdanan ew xebata xwe berdewam dike û ev layiqê serbilindiyekê ye, dibêje serokê Klûba Weşangerên Swêdê Ulrika Knutson:

- Ew teslîm nabe, û nahêle ku were bêdengkirin. Ew naqehire û nakeve nava deprasyonê, ew xebata xwe didomîne. Ew layiqê vê xelatê ye ji ber wêrekî û xebata xwe ya westa ya rojnamevanî. Ew her weha îlham jî dide derdora0020we û danûstendin û ragihandinîyê xurt dike. Rojnamevaniya herî baş ne tenê rexnegir û aşkerekar e. Ew her weha ragihandiniyeke xurt e û hevdûfamkirinê pêş dixe, dibêje Ulrika Knutson.

Amun Abdulahi Mohamed di çend reportajên xwe de bahsa penaxwazên somalî kirine ku ji bo rêça tiliyên xwe jê bibin nava destên xwe dişewitînin. Û zehmetiyên ku keçên ciwan yên somalî pê re rû bi rû dibin, weke mînak yên ji derveyê zewacê dûcan dibin cawa tên neçarkirin ku kurtaj bikin. Amun Abdullahî Mohamed ji aliyê hemwelatiyên xwe ve hatiye tehdîtkirin ku dev ji rojnamevaniyê berde. Wan jê re gotine ku ew xayînekê ye ku agahiyên nehênî yên xelkê xwe aşkera dike û somaliyên Swêdê rûreş dike. Lê Amun Abdullahi Mohamed dibêje hêza wê ya berdewamkirina karê xwe gelekî zêde ye:

- Bi ya min tiştê ez dikim divê rast be. Pêdiviyeke mezin bi wî tiştî hebe. Û tiştek din ku ez gelekî li ser difikirim ev e, heger ez vê xebatê nekim dê kê bike. Li hêla din derdora min gelek heval, hevkar û dost hene ku alîkarî û hêz didin min.

10 hezar kron pareyê xelatê dê Amun Abdullahi Mohamed ji rojnamevanên li Somaliayê re hîbe bike, ji bo ku ew karibin kaxiz, pênûs û makîna wêneyan bikirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".