Daîreya Koç niyetbaşî îstîsmar dike

Rêvebiriya şaredariya Söderhamnê dibêje Daîreya Koç niyetbaşî û malovaniya wan a pêşwazîkriina penaxwazan îstîsmar dike. Meha çile de 582 penaxwaz li Söderhamnê hebûn û şaredariyê gelek ji penaberan li herêmeke kampîngê bicîh kirine. Bi ya Eva Tjernström a sosyaldemokrat daîreya koç helwesta piştigirîkar ya şaredariyê îstîsmar dike û li şaredariyek ku xwedî kapasîteya qebûlkirina 80-90 penaxwazî ye bi sedan kes bi cîh dike. Tê ragihandin ku dê rêvebiriya şaredariyê û daîreya koç ji bo li ser pirsgirêkê biaxivin li hev bicivin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".