Rêxistina karbidestan, SN.

Dîploma zaningehê kar nade

Ji deh kesan çar kes piştî dîploma xwe ya zaningehê di navbera 7-12 mehên ewil nikarin karekî kaalîfiye peyda bikin. Vê yekê barometreya zaningehê ya rêxistina karbidestan Svenskt Näringsliv nîşan dide.

Sedî 43ê yê kesên dîploma xwe wergirtin nikarîbûn karekî li gorî xwendina xwe peyda bikin; an karekî din dikirin, bêkar bûn an jî tişteke din dixwendin. Bi ya Svenskt Näringsliv ev musrifkirina derfet û rûmetên civakî ne, dibêje Mikaela Almerud, seroka projeya nirxandina perwerdeyên dibistanê û dibêje divê mirova wan beşên zaningehê bixwîne ku derfeta peydakirina kar têde heye:

- Di beşên humaniora û sosyolojiyê de gelek zehmet e mirov piştî xwendina xwe karekî peyda bike. Berê dihat gotin, heger dîploma te ya zaningehê hebe ev bes e ji bo tu karekî peyda bikî. Ev 20 sal berê rast bû, lê ne îro. Îro ji her dido kesan yek xwedî dîplomaya zaningehê ye û bi vî re reqabet jî tund bûye. Ya girîng ne ew e da dîplomate heye an na, ya girîng çi cûre dîploma te wergirtiye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".