Bêtir keç dê karibin aşî bibin.

Aşiya kanserê ji bo parastina keçên ciwan erzantir bûye

Hemû keçên ku diçin sefên pênc û şeşemîn dê bibin xwedî derfeta aşîbûna li dijî kansera gewriya rehmê. Îhaleya ji bo kirîna aşiyê ji hesaban bêtir erzantir bûye û ev jî derfet dide ku bêtir keçên li dibistana navîn karibin aşî bibin. Bo Claesson berpirs li rêxistina şaredarî û wîlayetan dibêje wan ev aşî bi erzaniyek ji sedî 80 kirîne û bi tevahî 32 milyon kronî. Ji ber vê pareyê wîlayetan zêde jî maye.

Ji ber ku ev pare ji bo mebesteke taybetî nehatine veqetandin niha keçên temen bilind jî dikarin aşî bibin. Ev aşî li dijî dido cûre vîrûsên hpv tê bikaranîn û bi vî re rê li ber pêşkeftina kansera gewriya rehm digire. Ji bo ku ev parastineke baş bide gelek girîng e ku keça vê aşiyê dibe berî derzî lêdanê, ji aliyê seksuelî ve aktîf nebûye.

Encamên aşîyê encax piştî 25-30 salan dikare were nirxandin. Lê tê texmînkirin ku dê jimara kesên bi kansera gewriya rehmê dadikevin bi navbera sedî 60-70 kêm bibe, heger ew niha aşî bibin.

Îro mirov dikare vê aşiyê bi reçete bikire. Wê demê mesrefa wê ya ji bo kesê dikire 1500 kron û mesrefa ji bo wîlayetê jî 1500 kron dibe.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".