Şewata li dibistanan 1 milyarek kron

Sala çûyî 457 dibistan li Swêdê hatin şewitandin. Bêtirî nîvê wan şewatan bi qestî hatibûn çêkirin. Lê ev reqem bi sala 2008 re qiyas kêmtir e, wê salê di 512 dibistanan de şewat çêbûbûn, li gorî reqemên Daîreya parastina civakê û amadekariyê, MSB. Mesrefa şewitandina dibistanan bi gîştî zêdeyî milyarek kron e û ev zerarek mezin dide dibistan, şaredarî û şîrketên sîgortayê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".