Roja avê ya cîhanê

Îro roja cîhanî ya avê ye û bi vê mebestê bal tê kişandin ser bikaranîna zêde ya avê. Weke mînak tenê sedî şeşê wê ava ku li Swêdê tê bikaranîn ji kaniyê diherike, li gorî Fona Xwezaya Cîhanîn, Världsnaturfonden. Di şûna wê de mîktarek mezin av bi xwarinê re tê îtxalkirinê Swêdê. Firingiyek bi tenê bi 13 litre avî tê hilberîn. Ji bo gazozekî 200 lître av tê bikaranîn (ji hilberîna şekira têde) û ji bo atletek (tîşortek) 7000 lître av tê mesrefkirin.

Di heman demê de zêdeyê milyarek mirov li cîhanê mexdûrên bêaviyê ne û zêdeyî 2,6 milyar kes jî nikarin xwe bigihînin av û derfetên paqijiyê, radighîne ajansa nûçeyan TT.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".