Piranî jin sîgorta xwe wenda dikin

Piraniyek mezin ya ji wan kesên ku li cem kasya sîgortayê mafên xwe wenda dikin jin û ew kesên bi hatina nizim in ku di karên giran de xebitîne. Niha jî ew li  Daîreya karî di projeyên cûda yên ji bo vegera bazara kar de cîh digirin. Vê lêkolînê konfederasyona sendîkayên karkeran LO amade kiriye û seroka wê ya gîştî Wanja Lundby Wedîn dibêje ev siyaseta çîna serdest ya li dij çîna jêrdest e.

- Ez dizanim, piraniya wan kesan di karên giran de kar kirien û xwe êşandine. Ji ber vê jî wan şensê vegera bazara kar wenda kirine. Şertên kar li gelek cihan gelekî xerab e, pêwîst e karker barên giran rakin û deynin û rehabîlîtasyona wan jî her tim baş nayê kirin. Û pişt re bêyî ku rewşa wan a şexsî were girtin berçav ji mafê xwe yê sîgortayê wenda dikin. Ev siyaseteke çîna serdest ya li dij çîna jêrdest e. Ev kes tên qurbankirin ji bo ku baca kesên destheqên bilind werdigirin karibe were kêmkirin. Dema vê yekê dibînim ez gelekî hêrs dibim.

Lê wezîra sîgorta civakî Christina Husmark Persson dibêje di saya projeyên vegera bazara kar ev jin niha dibin xwedî şanseke dûem.

- Ev tişt berê dihat serê wan jinan ku deh diwazdeh sal nexweş dihatin nivîsandin û piştre jî berwext teqawid dibûn. Lê niha em derfeta vegera ser kar didin wan, dibëje Husmark Persson.

Lêkolîna LOyê ji aliyê Daîreya Karî ve jî tê pejirandin. Piraniya wan kesên ku di projeyên vegera bazara kar de cîh digirin navbera 35-55 salî ne. Kêmtirî çaran yekê wan li zaningeha bilind xwendine û sisiyan didûyê wan jin in.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".