Hişyariya grevê ji bo 1 nîsanê

Îsal dê ji bo 3 milyon xebatkaran peymanên nû werin çêkirin. Û peymanên nû yên jibo 2 milyon kesan divê berya 1 nîsanê amade bin. Lê ji niha ve aloziya aliyên bazara kar tund bû û sendîka karkerên bazarê ji 1 nîsanê û pêve hişyariya grevê dan. Sendîka Handels ku vê hişyariyê daye dê 5000 karkerên endamên xwe yên di şîrketên wekî H&M, KapAhl, Åhléns, Willys, Ica û Hemköpê têxe grevê heger sendîka karbidest Svensk Handels di muzakereyên ji bo peymaneke nû de gav navêje.

Serokê sendîka karkerên Handels Lars-Anders Häggström îro civîneke çapemeniyê li darxist.

- Heger grev çê bibe dê karûbarên li wan firoşgehan bi astengiyên mezin re rûbirû bibe, lê ji ber ku gelek firoşgehên din yên cûda hene dê ev ji bo mesrefkaran problemên mezin çêneke.

Bandora vê dê li ser şîrket û dukkanan be, dibêje Häggström ji Handels.

Bi ya Lars-Anders Häggström berpirsê vê aloziyê rêxistina navendî ya karbidestan Svenskt Näringsliv e, ku nahêle karbidestên di branşa bazirganiyê de berya branşa sanayî yê peyman çêbike. Karbidest dixwazin peymana sanayîyê ji hemû peymanên gîştî yên branşên din re bibe mînak û bingeh. Häggström hişyariya greva roja 1 nîsanê wuha diparêze: 

- Armanca hişyariyê ew e ku em zext deynin ser aliyê karbidest ku di muzakereyan de gav bavêje. Ya rastî me dixwest em vê hişyariyê bidin Svenskt Näringsliv, lê ji ber ku Svensk Handel aliyê muzakereyê ye em dixwazin bi zora xwe wê neçarê biryardanekê bikin; an bi hevsarê Svenskt Näringsliv tevgere an jî serbixwe peymana xwe çê bike. Divê ew bersiva vê pirsê bidin, dibêje Häggström serokê sendîka xebatkarên Handelsê.

Û mudirê gîştî yê aliyê karbidest Svensk Handel jî dixwaze gavek zû peyman çê bibe. Midûrê Svensk Handel Dag Klackenberg dibêje:

- Grev û lockout ji bo çareseriya pirsgirêkan ne rêyekê baş e, ji ber ku grevekê dê zerar bide hem aboriya sendîkayên karker û hem jî yên karbidest, ji ber ku yên karkeran divê pare bidin xebatkaran û yên karbidestan jî bidin şîrketên endam, dibêje klackenberg.

Lê divê navberê de peymaneke yekem ya di beşa sanayîya swêdê de şeva înê di navbera sendîkayên karmendan û karbidestan de hat îmzekirin. Ji bo 130 hezar karmendî ji bo salûnîvekê zêdekirineke maaş ya ji sedî 2.6 hat qebûlkirin. Yek ji sendîkayên mezintirîn ya karmendan Union e û seroka wê Cecilia Fahlberg ji peymana hatiye çêkirin gelek razî ye.

Herweha sendîkayên din yên karmendan jî zêdekirin maaşan ya sedî 2.6 razî ne, ji ber ku karbidest destpêkê de sedî sifir pêşniyaz kiribû.

Lê yê ne razî serokê sendîka Metall ya girêdayî LO, Stefan Löfvén e. Û ew sendîka Unionen û ya muhendisan rexne dike ji ber ku berya wan û bêyî koordînasyona bi wan re peyman bi serê xwe tenê îmzekirine.

Sendîkayên girêdayî LO ji bilî zêdekirina maaşên karkeran her weha dixwazin pirsa bikaranînan şîrketên taşeron ya karkeran jî çareser bikin. Heger li hev nekin ewê bi karbidest re peyman çênekin dibêje Stefan Löfven:

- Pirsa şîrketên taşeron divê di peymanê de cîh bigire, naxwe emê ji bo pevçûnek tedbîrên xwe wergirin, dibêje Lövfen.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".