Serlêdanek nû ji bo alîkariya mirinê

Zilamekî 70 salî ku nexweşiya neurolojîk ALS a bê derman pê re heye ji bo alîkariya mirinê (otanazî) serî li Midûrîyeta Giştî ya Karûbarên Civakî da. Heger Midûriyeta Gîştî daxwaza wî bi cîh neynê ew difikire ku vê yekê bi xwe bike.

Pirsa alîkariya mirinê hefteya çûyî hat rojevê, piştî ku jinekê 31 salî ji bo alîkariya mirinê serî li Midûriyetê Gîştî ya karûbarên civakî da. Ji şeş salî û pêve ev jin bi respîratorekê ve girêdayî dijî  û niha dixwaze ev were girtin. Midûriyet Gîştî dê vê bûharê di çarçova qanûnan de helwestek diyar bike. Li hêla din cemiyeta doktoran jî piştî şika ji doktora zarokan ya li nexweşxana Astrid Lindgren, dawa prensîbên zelaltir dike.

Wezîrê karûbarên civakî Göran Hägglund dibêje ”hemû cûreyên alîkariya mirinê yên aktîf nikarin werin qebûlkirin”, radighîne ajansa nûçeyan TT.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".