Bonusa yeksaniyê vala çû

Bonusa yeksaniyê ku dê bavan teşwîqê wergirtina bêtir rojên bavêtiyê bikira serkeftî nebûye. Vê yekê nirxandineke kasaya sîgortayê, Försäkringskassan, nîşan dide. Li gorî nirxandinê, bavên wan zarokan ku demeke kurt berya reformê hatin dinê tam bi qasî bavên wan zarokan ku piştî reformê hatine dinê, rojên bavîtiyê bikar anîne; yanî 44,3 roj, radighîne nûçeyên Rapport ya televizyona Swêdê.

Bonusa ji bo bavan 1 tîrmeha 2008 de têket jiyanê û armanca wê ew e ku bav jî bi dayîkan re qiyas rojên lênêrîna zarokan wekhev bikar bînin. Bonusa herî bilind ya ji bo zarokekî 13500 kron e.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".