Xeterî li malperên zarok û ciwanan

17 ji wan malperên danûstendinê  yên li ser Înternetê ku berê xwe dide zarok û ciwanan notên xerab wergirtin. Vê lêkolînê konseya medyayê, Medierådet ya Swêdê çêkir. Ev malper ji hêla avêtina derve ya kesên li mirovên din taada dikin de serkeftî nîn in û materyalên bi naverokên acizker ji malpera xwe ranakin.

Lêkolîn, bi çêkirina profîlên karber li malperên cûda hat kirin. Weke mînak kesên salmezin çend caran têkilî bi profîla karber ya keçeke 12 salî re danîn û xwestin bi wê re hevdîtin çê bikin an jî bi kameraya webê pê re çat bikin.

Di encamê de pênc malperên wekî Existenz.se û Jesper.se notên xerab wergirtin û malperên mezin yên navnetewî wekî Facebook û Youtube jî bi şik tên nirxandin. Lê li hêla din malperên wekî Bilddagboken û KP-webben notên gelek baş wergirtin û weke mïnakên baş derxistin pêş.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista