Zaroka nexweş tê derkerin

Daîreya koç Migrationsverketê biryar da ku keçek dûsalûnîvî ya li ber mirinê ji Swêdê bike der û bişîne welatê wê Lubnanê. Keça biçûk bi cûreyek nexweşiya alafê derya sipî daketiye û giraniya wê pênc kîlo ye. Nexweşiya wê dibe sedem ku ew nikare xwarin di hundirê xwe de bigire, lê tevî vê yekê ji li gorî Daîreya koç tu asteng tune ne ku wê ji Swêdê nekin der.

Biryara ji Swêdê derkirinê havîna sala çûyî hatibû girtin, lê ji wê demê ve rewşa vê keçê xerabtir bûye, radighîne rojnama Nerikes Allehanda.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista