Pêşniyaza qanûna nû ya dibistanê îro hat parlamentoyê

Hikûmeta Swêdê îro pêşniyaznama qanûna nû ya dibistanan da parlamentoyê. Qanûn gelek fereh e û piraniya beşên sîstema perwerdeyê digire nav xwe, ji perwerda salmezinan heta pêşdibistana ji bo zarokan, ku dibe sîstemek nû ya dibistanê.

Çend ji guhertinan ew in:

Tenê mamosteyên xwedî selahiyet dê karibin karên berdewam bigirin. Bernama kesî, bi swêdî individuella programmet ji lîseyê dê were rakirin û di şûna wê de dê pênc bernameyên nû yên destpêkê werin sazkirin û qaîdeyên selahiyeta ji bo bernameyên pîşeyî dê werin tundkirin.

- Bi qanûna nû ya dibistanë re dê şertên zanebûnê werin bilindkirin û dîsîplîna perwerdeyê were xurtkirin, dibêje wezîrê dibistanan Jan Björklund bi daxuyaniyek nivîskî.

Lê konseya qanûnan çend rexneyên gelek tund li qanûna nû ya dibistanan digire, li gorî ajansa nûçeyen TT. Bi konseyê di vê pêşniyaz-qanûnê de gelek kêmasî û şaşîtiyên mezin hene.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".