Carina Hägg (S)

Sosyaldemokrat diyar dikin da çima enfal weke qirkirina kurdan nasnekirin

Sosyaldemokratên swêdî ku ji bo naskirina qirkirina ermeniyan ya sala 1915 li parlamentoyê dengê erînî bikar anîbûn, tevî biryarek ji kongra partiya xwe ya sala çûyî enfala rejima Saddam ya li hemberî kurdan û tevkujiya li bajarê Helepçê sala 1988’an weke qirkirin nas nekirin.

- Gelek kurdên li Swêdê ji ber helwesta sosyaldemokratan ya li parlamentoyê nerazî û aciz in, dibêje Salah Saaleh ji komeleya Gulan ji nûçeyên radyoya Swêdê Ekot re.

Sedemê vê yekê ew e ku dadgeheke îraqî vê bûyerê weke qirkirin nas kiriye û di nav wan de Ali Hesen El Mecîd, bi navekî din Ali Kimyawî, çend kes hatibûn ceza kirin.

- Dadgeha îraqî vê yekê weke qirkirin nas kiriye û bi ya me divê ev pirs di destê yekem de li wî welatî bi xwe were naskirin, dibêje Carina Hägg, parlamentera sosyaldemokrat.

Lê li ser pirsa rojnamevanê radyoya swêdê da çima sosyaldemokratan ji bo zelaltir naskirina vê bûyerê bi awayeke aktîf kar nekriin ji bo Swêd jî bûyer weke qirkirin nas bike Carîna Hägg dibêje:

- Qirkirin mirov carek nas dike. Bi naskirineke gelek caran naskirin bi xwe xurtir nabe.

Di dengdana ji bo naskirina qirkirinan de li parlamentoya Swêdê partiyên çep û kesk dengê erênî bikaranîbûn, lê soysaldemokratan dengê li dij naskirina enfalê weke qirkirin bikar anîbûn.

 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".