Başî û nebaşiya ciwanan bi bazara şaredariyê ve girêdayî ye

Başî an jî nebaşiya hal û rewşa şagirtên dibistanan bi awayeke xurt bi rewşa bazara kar ya li wê şaredariya lê dijîn ve girêdayî ye.. Vê yekê anketeke Enstîtuya Tendrustiya Gelî nîşan dide ku bi 170 hezar şagirtên di sefên 6 heta 9 re kirine, radighîne rojnama Dagens Nyheter îro.

Tu car ewqas zarok û ciwan li ser taada, alkohol, tutun û rewşa xwe ya psîkolojîk de bersiva pirsan nedane.

Lêkolîn nîşan dide ku şaredariyên bi asteke bilind ya bêkariyê di anketan de encamekê xerab didin. Weke mînak li şaredariya Gnosjö ku xwedî bazareke kar ya rûniştî ye rewşa ciwanan jî gelekî baş e. Lê li hêla din li Vilhelmina hal û kêfa ciwanan ji ber bazara kar ya xerab gelekî xerab e.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".