Krîz ji turîzmê re nebû asteng

Branşa rêwîtî û turîzmê ya Swêdê tevî krîza aborî jî mezin dibe û bi pêş dikeve. Li gorî texmînan dê ev branş îsal bi sedî sisê mezin bibe, dibêje Jan Lundin mudirê rêxistina rêwîtî û turîzmê ya Swêdê. Hatina Swêdê ya ji turîzm û rêwîtiyê di sala 2009 250 milyar kron bü û îsal ev dikare bi heft heşt milyarên din jî zêde bibe dibêje Lundin.

Heta sala 2020 tê texmînkirin dê turîzm û rêwîtiya Swêdê dûqat bibe, lê ji bo ku ev mumkun bibe divê razandina sermayeyê ya di vê branşê de jî zêde bibe, bi taybetî jî ji bo Swêd karibe turîstên biyanî bikşîne vir, dibêje Jan Lundin ji navenda nûçeyan a radyoya Swêdê Ekot re.

Till 2020 väntas faktiskt en fördubbling av resande och turism i Sverige, men för att branschen ska klara det krävs nu investeringar, enligt Jan Lundin, framför allt om Sverige ska kunna fortsätta locka till sig alltfler utländska turister.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".